Mahir Hesen Romanek bi kurdî çap kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û Romannivîsê Kurd Mahir Hesen, romana xwe ya nû bi navê “Li bin Siya Porê Te.. Rûniştim” weşand.
Mahir Hesen ji K24ê re got, roman ji 180 rûpelê pêk tê û ji aliyê çapxaneya Dar El-Nuxbe ve li Misrê hatiye çapkirin. Herwiha tabloya li ser bergê ya şêwekara Kurd Rojîn Hac Husên e.
Da zanîn jî, “Roman hûrgiliyên civaka kurdan a di salên 1930’an de, vedibêje. Bûyerên romanê li gundekî kurd ê biçûk digerin, ku niştecihên wî gundî di nava şert û mercên dijwar de, hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava bikin.”
Nivîskar Mahir Hesen got jî: “Di romanê de çîrokên mirovî yên ku êş û azarên civakê radixe ber çavan, ji evîn û xiyanetê bigire heta qurbanî û binçavkirinê.”
Herwiha got: “Li Bin Siya Porê Te.. Rûniştim, çîrokeke evînê ya xortek û keçeke ji gund vedibêje, ku têkiliya wan di nav rastiyek tarî de wekî xaleke hêviyê derdikeve holê. Lê bi hev şa nabin, ku tevliheviya jiyanê di wê heyama de nîşan dide.”
Mahir Hesen ji bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ew xwendekarê bijîşkiyê bû, lê ji ber şert û mercên şer, koçî Almanyayê bûye û li wir dimîne. Mahir Hesen pêştir çend pirtûk û bi kurdî û erebî nivîsandine.