Ebdulbast Seyda: Niha qonaxeke dîrokî hatiye pêş, divê Kurd bi yekrêzî biçin Şamê
Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Ebdulbasit Seyda dibêje, “Pirsa kurdî di nava hemû aliyên Sûrî de hatiye qebûlkirin, lê divê Kurd ji vê qonaxa niha re amade û yekrêz bin.”
Seyda îro 18ê Berçile ji K24ê re got: “Ketina rêjîma Beşar Esed li Sûriyeyê, tiştekî dîrokî ye. Niha hikûmeteke demkî li Şamê hatiye avakirin, ku diviyabû bi guftûgo û danûstandina bi aliyên din re bihata pêkanîn, ji ber ku gelek pêkhate û partî tê de hene.”
Li ser beşdariya Kurdan di qonaxa veguhêz de, Seyda got: “Pirsa kurdî di nava hemû aliyên Sûrî de hatiye qebûlkirin û gelek belgeyên ku opozîsyonê tê de hin mafên kurdan qebûl kirine hene, yek ji wan jî belgeya di navbera ENKS û Îtîlafê de. Lê divê Kurd ji vê qonaxa niha re amade bin.
Tekez kir jî, “Pirsa kurdî ne tenê pirseke navxweyî ya Sûriyeyê ye, belkû pirseke li ser herêmî û navdewletî ye. Kurd pêwîst bû zûtir biçûna Şamê, ne tenê şandeke siyasî, lê şandeke civakî ku ji kesayetên diyar, serokên eşîran, akedemesyen û jinan pêk were. Divê ew şand bi Ehmed Şera û kesayetiyên din re bicivin.”
Seyda got jî: “Di nava kurdên me de, nakokî hene û bûne du beşên sereke, lê pêwîst e di vê demê de ew nakokiyên xwe yên partîtî bidin aliyekî û lihev bikin. Nabe îro biryara PYDê ji Qendîlê be. Niha ev qonax, qonaxeke dîrokî ye, divê Mezlûm Ebdî bi berpirsyariya xwe rabe.”
Ebdulbast Seyda amaje bi nameya Serok Mesûd Barzanî kir û got: “Nameya Serok Barzanî gavek di cihê xwe de hat û li cem aliyên Sûrî jî cihê xwe girt, lê divê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê sûdê ji vê nameyê bibînin û nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re kar bikin.”