Partiyên Bakur : Bila aliyên Kurdî bi yekdengî biçin Şamê

Enqere (K24) – Partiyên Kurdistanî yên Bakur ku geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin derbarê rewşa Kurdan de bang li hemû aliyan dikin. Dibêjin hewceye hemû aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê bi yekdengî biçin Şamê û daûstandinan bikin da destkeftiyên xwe biparêzin.

Rûxîna rejîma Sûriyeyê, bandor li ser hemû aliyan kir û niha jî geşedanên li Sûriyeyê diqewimin di rojeva hemû partî û rêxistinan de ye. Ji aliyekî Tirkiye gefan li Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) dixwe, lê Emerîka jî naxwazê di navbera Tirkiye û HSDya ku di şerê dijî DAİŞê de hevpeymanê wê de şerek rû bide. Ji ber vê yekê jî di bin siya şer û çavderiya welatên din de di paşêroja Sûriyeyê, çarênûsa mafê Kurdan yên li Sûriyeyê tişta ku herî zêde tê meraq kirin e. 

Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Aladdîn Aras jî dibêje ji xwe Tirkiye bi gerandina dek û dolaban naxwaze Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî statuyek, ji bo vê jî hewceye Kurdên Sûriyeyê bibin yek.  

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan jî ku geşedanên li Sûriyeyê diqewimin û rewşa Kurdan ji nêz ve dişopîne dide zanîn ku hewceye Tirkiye jî alîkariyê bide ku sîstemeke li ser bingeha demokrasiyê ava bibe û Kurd li Sûriyeyê bigihîjin mafên xwe 

Serok û rêvebirên partiyên Kurdistanî jî dibêjin rûxîna rejîma Sûriyeyê ji gelê Sûriyeyê û hemû cîhanê re pîroz e. Lê ji aliyekî din ve bang li aliyên Kurdî dikin hewceye Kurd teqez bi yekdengî biçin Şamê û daxwaza mafên xwe yên rewa bikin.

 
Fly Erbil Advertisment