PWKê qurbaniyên komkujiya Meraşê bibîr tîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro 19`ê Berçileyê di 46 saliya komkujiya Mereşê de peyamek belav kir û tê de berpirsên vê komkujiyê rûreş kirin.

Peyama Buroya Ragehandinê ya PWKê: 

46 Sal berê, di sala 1978an, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Meraş a Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate li dar xistin.

Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst yên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîze kirin û li dar xistin.

Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin qetil kirin 1500 Elewî jî birîndar bûn.

Di 46emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin.

Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.