Rojnameyeke Amerîkî: Operasyona Tirkiyeyê li ser Kobanê nêz e
Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê û cîhanê piştî rûxîna rejîma Sûriyeyê carek din egera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê bo herêmên Kurdan tê nîqaş kirin. Li gorî rojnamayên Amerîkî li Sûriyeyê talûka bo Kurdan derbas nebûye û operasyona Tirkiye bo Kobaniyê nêz e. Pispor û parlamenter dibêjin operasyoneke Tirkiye bo Sûriyeyê dê hemû balansên heyî têk bibe lê ji aliyekî din ve jî egera operasyonekê her didome.
Rojnameyên Amerîkayê yên weke The New York Times (NYT) û Wall Street Journal analîz û nivîsên xwe yên derbarê şerê Sûriyeyê û piştî rûxîna rejîma Esad paşeroja Kurdên Sûriyeyê de weşand. Li gorî NYTê talûke û metirsî ji bo Kurdên Sûriyeyê bi temamî ji holê ranebûye.
Di analîza Wall Street Journalê de jî hate ragihandin ku operasyona Tirkiye bo Kobaniyê nêz e. Li gorî daxuyaniyên dîplomatên Amerîkî, Tirkiye xwe amade dike ku li Sûriyeyê êrîşî herêmên di bin kontrola PYD Û YPGê de bike û yekîneyên xwe li nêzî Kobaniyê zêdetir bike.
Parlamenterê Berê yê Ak Partiyê Zîver Ozdemîr ji K24ê re got: “Ya rastî di vê demê de, eger çi operasyon di Sûriyeyê de bibin, dê zererê bide Sûriyeyê. Ev şer ewqas dûr û dirêj bû, dê hîn jî dirêjtir bibe, ji ber wê ti kes li Sûriyeyê operasyonê naxwaze.”
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder jî li ser rewşa Kobanî û êrîşên Arteşa Niştimanî ya Sûriyeyê(SMO) yên dijî HSDê got, ew ji nêz ve dişopînin û ji bo rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk ya di şerê dijî DAÎŞê de bi Tirkiyeyê re dan û standinan.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî gotibu ew amade ne ku li Kobaniyê avakirina herêmeke bêçek pêşniyar bikin û piştgiriyê didin hêzên ewlehiyê di bin çavdêriya hêzên Amerîkayê de werin bicihkirin.
Koordînatorê Levant li Navenda Lêkolînan ya ORSAMê Oytun Orhan dibêje: “Egera operasyonekê her heye. Tirkiye dixwaze komên ne Sûriyeyî ji nav YPG/PYDê derkevin, lê hêj tu lihevkirinek pêk nehatiye. Piştî Minbîcê hin êrîşên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ji bo Kobaniyê jî çêbûn lê niha agirbestek heye. Hêvî ew e çareseriyeke siyasî bê dîtin. Pêşniyaza HSDê ya herêmeke bêçek niha ji aliyê Tirkiyeyê ve gelekî naye qebûl kirin. Bawer nakim operasyoneke Arteşa Tirkiye niha pêk be lê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê heye di xeta Kobaniyê de bi pêşve biçe”
Li gorî pisporan egera operasyoneke Tirkiyê dersînorî ya bo heremên Kurdan her heye lê di demek nêzîk de dê Tirkiyeyê operasyoneke leskerî ya dersînorî pêk neyîne û heta jî destê wê be dê bi reya diplomasiyê tevbigere. Senetorên Amerîkî jî her daxuyaniyan didin û dibêjin dê pistgiriya wan bo Hêzên Suriyeya demokratik bidome û eger Tirkiyê operasyoneke bo herema Kürdan pek bîne an jî agirbestê bi HSDê re berdewam neke dê ew pêşnûmeya gemaroyan pêşkesi parlamentoyê bikin ku li ser Tirkiyeyê were sepandin.