Şanda Amerîkayê gehişt Dîmeşqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa France Pressê ji zarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê parve kiriye, şanda diplomatkarên Amerîkayê ji bo civîn û danûstandinên bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re gehişt Dîmeşqê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragehand, “Ew şand bi Serkirdeyê Tehrîr Şamê re dicive, tevî ku ji aliyê Waşintonê ve wekî rêkxistineke teroristî hatiye nasandin. Tewerê serekî yê danûstandinan jî dê çawaniya piştevaniya Amerîkayê ji bo Sûriyeya nû be.”

Şanda Amerîkayê ji Nûnera Bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn Barbara Leaf, diplomatkarê mezin ê Amerîkayê li welatên Erebî ku ji dozên girêdayî Sûriyeyê re berpirs e Daniel Rubinstein û Berpirsê Revandiyên Amerîkayê Roger Carstens, ku li pey delîlan girêdayî Amerîkayîyên winda digere, yek ji wan jî rojnamevan Austin Tice e, ku ji meha Tebaxa 2012ê ve çarenivîsa wî li Sûriyê nediyar e.

Ji bilî danûstandinên bi berpirsên niha yên Dîmeşqê re, herwesa wê şandê pilan heye ku bi xelkê Sûriyeyê re jî biaxive, li ser nerîna wan ji bo paşeroja welatê wan û ka Amerîka çawa dikare alîkariya wan bike.

Piştî 13 salan, ev serdana yekê ya şanda diplomatkarên Amerîkayê ji bo Dîmeşqê ye.