Komkujiya 19ê Berfanbarê hat bibîranîn

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekirê ve di salvegera komkujiya 19ê Berfanbarê de, ku 24 sal berê 30 girtiyan û 2 peywirdaran di operasyona hember girtiyan de jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyaniyeke bîranînê hat dayîn û hat xwestin ku berpirs werin darizandin.
Di 24. Salvegera Komkujiya 19ê Berfanbarê de Komeleya Mafên Mirovan li hemû şaxên xwe daxuyaniyek hevdem û hevpar da.
Di 19ê Berfanbara 2000ê de operasyon hember 20 girtîgehan hat kirin ku li wan girtîgehan girtiyan şert û mercên girtîgehên tîpa F protesto dikirin û di greva birçîbûnê de bûn.
Operasyona hember girtîgehan 3 rojan dom kir û di encamê de 30 girtiyan û 2 peywirdarên fermî jiyana xwe ji dest dan, nêzîkî 300 girtiyan jî birîndar bûn.
Ji kesên ku xwestin wê komkujiyê şermezar bikin, 2 hezar û 145 kes hatin binçavkirin û 58 jî hatin girtin.
Di daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan a ji aliyê Mafnas Esra Saçakli ve hatî xwendin de, hat amajekirin ku di wê demê de dewleta ku erkê wê ye jiyana mirovan biparêze erkê xwe bi cih neanî, û bal hate kêşan ku di encama operasyonên ku guman heye çekên kîmyewî jî hatibin bikaranîn de, tikesek nehat sizadan û bang hate kirin ku berpirs werin darizandin û werin sizadan.
Derbarê Komkujiya 19ê Berfanbarê de Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWKê jî daxuyaniyek belav kir û hat amajekirin ku ew komkujiya li dijî kurdên elewî hatiye kirin şermezar dikin û bang hate kirin ku kesên destê wan di komkujiyê de heye divê sizayê xwe bikêşin.