Erdogan serdana Dîmeşqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê di du heftiyên bê de serdana Sûriyeyê dike, bi Ehmed Şer’a yê navdar bi “Ebu Mihemed Colanî” re dicive û paştir serdana mizgefta Emewiyan jî dike.
Li dû nûçeyeke Malpera Tirkiye Gazetesiyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di du heftiyên bê de serdana Sûriyeyê dike, bi Ehmed Şer’a yê navdar bi “Ebu Mihemed Colanî” re dicive û paştir serdana mizgefta Emewiyan jî dike.
Li dû wê nûçeyê, şandeke bilind a balafirvaniyê ya girêdayî xeta asmanî ya Tirkiyeyê û desthilatdarên balafirvaniya sivîl ji bo amadekariyên serdana Erdogan çûne Dîmeşqê.
Wê çavkaniyê amaje jî daye ku, mertaleke asmanî û bejahî li Hema, Himis û Idlibê tê çêkirin û Erdogan bi rêya wê xetê geşta xwe dike.
Pêştir Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Dezgeha MÎTê Îbrahîm Kalin jî li roja Pêncşemê, 12.12.2024, çûbûn Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê, wekî serdana yekê piştî keftina desthilata Beşar Esed.