Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê: Divê Kobanî û Reqe bên valakirin
Yaşar Guler: Me pêngavên serbazî û diplomatîk ji bo seqamgiriya sinoran û ewlehiya navxwe ya Tirkiyeyê hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê ragehand, “Em bizavê dikin li Kobanî û Reqeyê çekdarên HSDê paşve bibin û ji çek bikin û çekên wan jî bidin destê hikûmeta nû ya Sûriyeyê.” Eşkere jî kir, “Tirkiyeyê hejmareke pêngavên serbazî û diplomatîk ji bo seqamgiriya sinorên xwe û ewlehiya navxwe ya Tirkiyeyê heye.”
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di civîna girêdayî budceya giştî ya welatê xwe de li Perlemana Tirkiyeyê ragehand ku, hêvî dikin çekdarên HSDê bi desthilatdarên nû yên Dîmeşqê re bigehin lihevkirinê, ji ber ku li Kobaniyê çekdarên YPG û PKKê cidî ne ku wan deveran bernedin û çekê xwe danenin.
Ewlehiya Tirkiyeyê
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê herwesa got, “li Kobaniyê çekdarên YPG û PKKê cidî ne ku wan deveran bernedin, herwesa li Hesekeyê jî hin çalakî hebûne, lê îdareya nû ya Dîmeşqê xasma li Reqe û Rebqeyê daxwazê ji wan dike ku çekên xwe danin. Em hêvîdar in ew bikarin di navbera xwe de lihev bikin.”
Yaşar Guler herwesa got, “Em pêşbîniyê dikin ku ew çekên xwe yên giran danin û ji wan deveran derbikevin, bê ku xelkê wan deveran tûşî rewşeke nexwastî bikin.”
Navbirî amaje jî da, “Em çend pêngavên serbazî û diplomatîk ji bo gerentîkirina seqamgiriyê li deverên bakurê rojhilatê Sûriyeyê diavêjin, ev jî li ser rênimayên serokkomarê me û di çarçoveya pirinsîpên parastina welatî de li derveyê sinorê Tirkiyeyê dibe, ji ber ku Tirkiye wekî mafekî xwe yê xwezayî dizane ku di çarçoveya qanûna navdewletî de bergiriyê ji xwe bike.”
Vegerandina penaberên Sûriyeyî
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê eşkere jî kir, “Li dû amarên Wezareta Navxwe, di sala 2024ê de 11 hezar penaber vegeriyane Sûriyeyê, lê piştî nemana Rijêma Esed daxwaza vegeriyana penaberan du hind zêde bûye.”
Yaşar Guler ron jî kir, “Ji bo vegerandina xelkê Sûriyeyê ji bo welatê wan, me pilaneke du qonaxî heye. Qonaxa yekê vegeriyana wan penaberan e yên ku li kempên derdora Idlibê xwecih bûne, paşî di qonaxa duyê de em bizavê ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyî yên xwecihên Tirkiyeyê dikin.”
Navbirî amaje jî da, “Hikûmeta Tirkiyeyê bi guhertinên vê dawiyê yên Sûriyeyê û piştrastbûna ji silametî û parastina canê penaberan re geriyaye, piroseya birêkirin û şandina penaberên Sûriyeyî ji bo welatê wan bileztir kiriye.”