Yekemîn jina ku di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de xwediyê posteke fermî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Karûbarên Siyasî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyetê, Ayşe El-Dibis weke Berpirsa Nivîsgeha Karûbarên Jinê destnîşan kir, bi vê yekê re jî, ew bû yekem jina ku di rêveberiya nû de posteke fermî werdigire.
Dezgeha Karûbarên Siyasî duhî 20ê Berçile li hejmara xwe ya li ser platforma “X” wêneyê El-Dibisê û hejmara têlefona wê belav kir û got, eger hûn bixwazin, hûn dikarin bi “Nivîsgeha Karûbarên Jinan a Rêveberiya Karûbarên Siyasî” re pêwendiyê bikin, ku bi qadên yasayî, civakî, çandî û siyasî yên jinên Sûriyeyê re têkildar e.”
Ev gav piştî wê yekê hat, çalakvanên Sûrî nîgeraniya xwe derbarê pêşeroja jinan li Sûriyê diyar kirin, nemaze piştî daxuyaniyên fermî yên Berdevkê Fermî yê Rêveberiya Siyasî Obîda Arnaût derbarê rola jinan di Sûriyeyê de.
Arnaût di hevpeyvîneke televizyonî de gotibû: “Nûnertiya jinan di postên wezîrî yan parlementerî de... ev pirseke ne dema wê ye.”
Herwiha got: “Ji ber ku jin xwedî cewherek biyolojîk û xwezayeke derûnî ye û taybetmendiyê wê hene, ku divê bi hin karan re bigunce.”
Ev daxuyanî jî bû sedema karvedan û gengeşiyek berfireh di nav civaka Sûriyeyê de, nemaze çalakvanên jin ên Sûrî ku daxuyanî şermezar kirin û ev yek wek kêmkirina şiyanên jinên Sûrî û rola wan a berçav di dema şoreşê de û di dirêjahiya dîrokê de, dîtin.