Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Wezîrê Derve destnîşan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê berdewam e li ser destnîşankirina wezîran bo temamkirina pêkanîna hikûmeta xwe, di vê çarçoveyê de îro Wezîrê Derve yê Sûriyeyê destnîşan kir.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê piştî du rojan ji rûxandina rejîma Beşar Esed, ji aliyê opozîsyona Sûriyê ve hat pêkanîn û Mihemed Beşîr wek serokwezîr hat destnîşankirin ku di bin serokatiya wî de hikûmeta demkî dê ji bo sê mehan bê avakirin.

Hikûmeta demkî ya Sûriyê îro 21ê Berçile Es’ed Hesen Şeybanî wek Wezîrê Derve destnîşan kir

Pêkhateya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê:

Mihemed El-Beşîr – Serokwezîr

Es’ed Hesen Şeybanî – Wezîrê Derve

Mihemed Yaqûb Omer - Wezîrê Ragihandinê

Mahir El-Şera - Wezîrê Tenduristiyê

Mihemed Taha Ehmed - Wezîrê Çandiniyê

Nazir Mihemed El-Qadirî - Wezîrê Perwerdeyê û Fêrkirin

Fadî Qasim - Wezîrê Geşepêdanê

Mihemed Ebdulrehman Muslim - Wezîrê Rêveberiya Xizmetguzariyan

Şadî Mihemed El-Weysî – Wezîrê Dadê

Husam Hacî Husên – Wezîrê Ewqafê

Ebdulmunim Ebdulhafiz – Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî

Riyaz Ebdulereûf - Wezîrê Aborî

Mihemed Ebdulrehman – Wezîrê Navxwe

 
Fly Erbil Advertisment