Dadgeheke Iraqê giliya Wezareta Petrolê ya li dijî Herêma Kurdistanê red kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeheke Bexdayê giliya Wezareta Petrolê ya Federal a derbarê betalkirina girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê red kir.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, Dadgeha Pêdaçûnê ya Kerxê giliyê Wezareta Petrola Iraqê ya derbarê betalkirina girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê, red kir.
Da zanîn jî, dadgehê ji bilî redkirina giliyê, çend biryarên Wezareta Petrolê ya Iraqê yên sala 2022an jî betal kirin, ku wê demê gotibû çend girêbestên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê betal bûne.
Wezareta Petrolê ya Federal gilî li dijî 9 kompanyayên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin vekiribû, ew jî ev in: Addax - Dana Gas - DNO - Gazpromneft - Genel Energy - Gulf Keystone - HKN Energy - Şamaran û Western Zagros.
Derbarê vê mijarê de, endama Komîteya Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî ji K24ê re ragihand, 30 roj li pêş Wezareta Petrola Iraqê maye ku îtiraza vê biryarê bike û eger di wê heyamê de îtîrazê neke, pirsgirêk dê bê girtin.”
Subhî tekez kir, ev biryar dê bibe handanek bihêz ji bo kompanyayên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, da ku veberhênana zêdetir bikin û karûbarên xwe berfirehtir bikin û di heman demê de dê kompaniyên din jî han bide ku werin û kar bikin.”