Heyeta ENKSê li Stenbolê seredana PWKê kir
Diyarbekir (K24) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser tora civakî ya Facebookê amaje daye ku, heyeta ENKSê serdana nûneratiya wê li bajajrê Stenbolê kiriye.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro (Yekşem, 22.12.2024) li ser tora civakî ya Facebookê parve kiriye, “Heyeteke ENKSê ku ji Berpirsê ENKSê yê Tirkîyeyê Muslum Mihemed û Rêvebirê PDK-Sê Şivan Cezîrî pêkhatî, roja 22.12.2024ê li Stembolê seredana nûneratîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Stenbolê kir.”
PWK amaje jî daye, “Endamê Komîteya Birêvebir a PWKê Kasim Ergun, Nûnerê PWKê yê Stanbolê Cengîz Gungor û birêvebirên PWKê pêşwazîya Heyeta PWKê kir.”
Herwesa ragehandiye, “Heyetên ENKSê û PWKê di derbarê rûdan û pêşhatên vê dawîyê yên li Rojavayê Kurdistanê, Sûrîye, Tirkîye û Bakurê Kurdistanê de agadhdar û bîr û bawerîyên xwe bi hev re parve kirin.”
Ron jî kiriye, “Herdu heyetan girîngîya hişmendî û sîyaseteke neteweyî, niştimanî ya li her perçeyekî Kurdistanê anîn zimên.”
PWKê di wê ragehandinê de bal kêşaye ser wê yekê jî ku, Hevdîtina heyetên ENKS û PWKê di atmosfereke berhemdar û dostane de derbas bû.