Feysel Yûsif: Şanda ENKSê û Mezlûm Ebdî tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hevdîtinan kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo avakirina helwesteke yekgirtî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê, şandeke Serokatiya ENKSê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.
Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ji K24 re ragihand, bi amadebûna berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, îro 23ê Berçile civînek di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Desteya Serokatiya ENKSê de hate kirin û tê de gotûbêj ji bo avakirina helwesteke yekgirtî ya kurdî li Sûriyeya nû hatin kirin.
Feysel Yûsif da zanîn jî, aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hevdîtinan, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li hev kirin.
Heta niha desthilatdarên nû li Şamê bi aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re neciviyane, niha jî li Rojavayê Kurdistanê hewl tê dayîn ku aliyên Kurdî bi yek şandê biçin Şamê û danûstandinan li ser paşeroja navçeyên xwe di Sûriyeya nû de bikin.
Her du aliyên Kurdî yên sereke ENKS û PYD heta niha negihîştine rêkeftinekê, da bi hev re biçin Şamê, lê berpirsên ENKSê bi eşkere dibêjin, heta ku Rêveberiya Xweser, PYD û HSD pêwendiyên xwe ji PKKê nebirin û ji bin siya PKKê nernekevin, ew nikarin bi wan re gavan bavêjin û kerta xwe bi destê PKK naşewitînin.