DILKURDê nûnertiya xwe li Diyarbekirê vekir
Diyarbekir (K24) – Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) li Diyarbekirê giraniyê dide xebatên xwe yên derbarê zimanê kurdî de, Yekîtiya Dildarên Kurdî nivîsîngeha xwe ya Diyarbekir bi rêrismekê vekir û hat ragihandin ku dê di avahiya DILKURDê de fêrgeha zimanê kurdî were vekirin û li ser çand û dîroka kurdan xebat werin kirin û helmetê belavkirina hişmendiya zimanê kurd werin li darxistin.
Rêxistineke din a zimanê Kurdî li Diyarbekirê avahiya xwe bi rêrismeke bi beşdariya akademîsyen, zimansan, siyasetmedar û nivîskaran da vekirin. Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) a ku saleke xebatên xwe yên derbarê zimanê kurdî de dimeşîne dixwaze di nava civaka kurd de hişmendiya xwedîlêderketina zimanê kurdî belav bike. Rêveberên DILKURDê dibêjin ew dixwazin hember bişaftinê zimanê kurdî biparêzin û dewlemendiya zimanê kurdî bidin nîşandan.
Rêveberê DILKURDê Fewzî Bulgan ji K24ê re got: “100 sal in li ser kurdan polîtîkayên bişaftinê hene, ji bo ku pêşî li bişaftinê were girtin divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, divê kur dli her deverî zimanê xwe biaxifin û divê kurdî bibe zimanê bazarê. Emê b ovan armancan bixebitin.”
Fermîbûna zimanê Kurdî, perwerdehiya bi zimanê kurdî û vegerandina navên kurdî armancên sereke yên DILKURDê ne, akademîsyen û zimanzan jî dibêjin ji bo ku xebatên derbarê zimanê kurdî de bi awayeke rêkupêk werin kirin vekirina nivîsîngehek wisa girîng û hewce bû.
Serokê Beşa Zımanê Kurdî yê Zankoya Dîcle Osman Aslanoglu dibêje: “Ji bo ku xebatên derbarê ziman de bi awayeke rêkûpêk werin kirin vekirina dezgehên wisa girîng in.Kesên derdorê jî dema bibînin ku cihek wisa vebûye ev yek dibe wesîle ku hişmmendiya ziman jî belav bibe”
Zimanzan Alpaslan Aslan got: “Ji bo ku hişmendiya ziman çêbibe divê hişmendiyek neteweyî ava bibe û ji bo vê yekê jî avakirina hişmendiyek neteweyî girîng e.”
Yekîtiya Dildarên Kurdî amadekariyan dike ku di sala 2025an de li Stenbol, Elezîz, Îdir û Wanê jî nûnertiyên xwe bide vekirin û hişmendiya xwedîlêderketina zimanê kurdî bide belavkirin.