Meclisa Leşkerî ya Minbicê çend gund ji destê çekdaran kontrol kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştî şer û pevçûnên 15 rojan, îro li dijî komên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, dest bi operasyonekê kirin.

Komên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike ku çend roj in ketine Minbicê û kontrol kirine, Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro 23ê Berçile  dest bi operasyonekê li dijî komên çekdaran kirin.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve diyar kir, Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya vê operasyonê de, heta niha gelek derbeyên giran li çeteyan xistin û çend gund ji çekdaran kontrol kirin.

Piştî ketina rêjîma Beşar Esed di roja 8’ê Berçile de, komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve êrişî bajarokê Til Rifetê û gundên herêma Şehbayê yên di destê HSDê de kirin û xistin bin kontrola xwe, piştre jî ketin Minbicê. Herwiha çend roj in jî şer û pevçûnên giran li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê derdikevin.