Qedrî Cemîl: Lihevkirina ENKS û MSDê dikare bibe nimûneyek ji bo tevahiya Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Bereya Guhertin û Rizgariyê Qedrî Cemîl peyamek arasteyî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir û tê de piştevaniya xwe ji bo gihîştina lihevkirinekê nîşan da.
Qedrî Cemîl di peyama xwe de ragihand, “Em bi giringî û ji nêzîk ve danûstandinên di navbera ENKS û MSDê de dişopînin, da ku bigihin lihevkirinekê ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên Sûriyeyê bike. Em bi geşbînî li van danûstandinan dinêrin.”
Got jî: “Gihîştina we bo lihevkirineke rastîn û kirdarî, ne tenê ji bo Kurdên Sûriyeyê girîng e, lê ji bo tevahiya Sûriyeyê jî girîng e. Ji ber ku lihevhatina di navbera we de, dê astengiya bingehîn li pêşiya lihevkirineke giştî ya Sûriyeyê rake û dê welat, ax û gel ji nû ve yekgirtî bike û dê ziyanan û xwîna ku ev 14 sal in berdewam dike, rawestîne.”
Qedrî Cemîl dibêje, lihevkirina ENKS û MSDê dikare bibe nimûneyek ji bo tevahiya Sûriyeyê, ji bo avakirina Sûriyeyeke piralî û demokratîk û dûrî desthilatdariya yekpartî.
Qedrî Cemîl di dawiya peyama xwe de dibêje: “Em di Bereya Guhertin û Rizgariyê de bang li we dikin ku bigihin lihevkirinekê. Eger pêwîstî pê hebe, em amade ne bi her awayî ji bo bidestxistina vê armancê alîkariyê û rola navbeynkariyê û nêzîkkirina nêrînan di navbera we de bikin.”
Qadrî Fuad Cemîl Paşa sala 1952an li bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye. Ew Sekreterê Partiya Îradeya Gel a Sûriyeyê ye, endamê Serkirdayetiya Platforma Mosko ya Opozîsyona Sûriyeyê û yek ji damezrînerên Bereya Guhertin û Rizgariyê ye.