Li Minbicê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Minbicê teqînek çêbû. Li gorî zanyariyan, di encamê de kuştî û birîndar hene.
Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê belav kir, li kolana Berîd (Postxane) ya nava bajarê Minbicê bombeyek di otomobîlek de teqiya.
Diyar kir jî, di encama teqînê de, 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Herwiha da zanîn jî di encama teqînê de agir bi otomobîlên derdorê ket û ziyan gihîşt hin malên li cihê teqînê.
Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di 8ê Berçile de, grûpên çekdaran ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, êrîşên xwe li dijî navçeyên di destê HSDê de ne, zêde kirine û di dema dawî de bajarê Minbicê jî xistibûn bin kontrola xwe.