Tirkiye dixwaze diravekî nû ji Sûriyeyê re çap bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê dibêje, “Çawa dibe ku lîreyê Sûriyeyî ji aliyê Rûsyayê ve bê çapkirin? Ji niha û pê de Tirkiye dikare ji bo çapkirina diravê nû yê Sûriyeyê alîkariya desthilatdarên nû yên Şamê bike.”
Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu di konferanseke rojnamevanî de, di bersiva rojnamevanekî de ku heta niha Rûsya diravê Sûriyeyê çap kiriye got, “Min jî ji nû zaniye, çawa dibe ku diravê Sûriyeyê ji aliyê welatekî din ve bê çapkirin?”
Uraloglu herwesa ragehand, “Niha Tirkiye ji bo hemî alîkariyan bi hikûmet û desthilatdarên demkî yên Sûriyeyê re amade ye, dikare bi hevahengiya Wezareta Derve û Dezgeha Giştî ya Hewlagiriya Niştîmanî ya Tirkiyeyê diravekî nû ji bo Sûriyeyê çap bike.”
Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê herwesa soz da ku, Tirkiye pêngavên cidî diavêje û bizavê dike bê gîrobûn alîkariya desthilatdarên nû yên Sûriyeyê bike.
Ji piştî xwenîşandan û şoreşa Sûriyeyê li sala 2011ê, diravê fermî yê Sûriyeyê ku lîre ye ji aliyê Rûsyayê ve dihat çapkirin, lê li hejmareke bajarên li jêr desthilata opozisyonê û nêzî sinorê Tirkiyeyê lîreyê Tirkiyeyî dihat bikaranî û heta niha jî serederî û bazara bi lîreyê Tirkiyeyî berdewam e.