Şêniyên Kobanê bê av û kareb mane

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber êrîşên komên çekdar û bombebaranên Tirkiyeyê li ser bendava Tişrînê û westgeha berhemanîna karebê, bajarê Kobanê û bi dehan gundên derdora wê bê av û kareb mane û di rewşeke dijwar de dijîn.

Birêveberê Birêveberiya Avê ya Kobanê Mesûd Bozî got, “Ji ber êrîşa çekdaran li ser bendava Tişrînê, zirar gehiştiye westgeha parzinandin û şandina ava pakij û ji ber wê yekê jî welatî tûşî rewşeke giran a kêmaviyê bûne.”

Mesûd Bozî amaje jî da ku, hemî bizavên xwe dikin ji bo ku bikarin ava pakij a vexwarinê ji bîran bigehînin şêniyên Kobanê û avahiyên derdora wê, lê ji ber berfirehiya wî sinorî û zêdehiya hejmara şêniyan, bizehmet e ku ew bikarin wesa bi hêsanî ava pêdivî dabîn bikin.

Seroka Desteya Enerjiyê ya Kobanê Ayşe Nasir jî di derheqa kêmiya karebê de got, “Ji ber berdeamiya şer û pêkdadanên nêzî bendava Tişrînê, zirar gehiştiye amûr û westgehên berhemanîna karebê.”

Ayşe Nasir herwesa ragehand, “Ji aliyekî ve ji ber kêmiya pêdivîtiyan û ji aliyê din ve jî ji ber berdewambûna şerî, şandina tîma teknîkî ji bo wê bendavê zor e, lewma çarekirina westgehên berhemanîna karebê vedikêşe.”

Tevî ku şêniyên Kobanê arêşeya kêmiya sotemeniyan heye, bizavê dikin bi rêyaqa jeneratorên malan û amûrên din ronahiyê vegerînin malên xwe û ji bo peydakirina ava pakij berê xwe didin bîran.

Ev çend roj in ku şer û pêkdadan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên nêzî Tirkiyeyê li rojavayê rûbarê Firatî berdewam in. Piştî ku Duşemê bi şev gundên Qîzeliyê li deştên rojavayê bajarkê Girê Spî ji aliyê komên çekdar ve bi giranî hatin bombebarankirin, Fermandarê HSDê duhî (Sêşem, 24.12.2024) ragehand ku, wan kariye bendava Tişrînê û çend gundên derdora wê kontirol bikin.

Li dû amaran, nêzî 20 hezar kesan li navenda Kobanê û gundên derdora wê ji ber êrîşa komên çekdar û artêşa Sûriyeyê tûşî bêavî û bêkarebiyê bûne.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment