Erdogan gefa jinabirina PKKê dixwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, ew ê têkoşîna li dijî terorê bidomînin, heta ku Tirkiyeyeke bêteror hebe. Herwiha got, ew bi zorê penaberên Sûrî venagerînin.
Erdogan îro 25ê Berçile di civîna fraksiyona partiya xwe ya Parlemantoyê de got: “Em ji mafê xwe dibînin ku em hemû rê û rêbazan ji bo têkoşîna li dijî terorê bikar bînin, da ku em bibin xwedî Tirkiyeyeke paqij û bêteror.”
Erdogan gefa tinekirina PKKê xwar û got: “Em PKKê jinav dibin. Armanca Tirkiyeyê tenê ew e li her devereke Sûriyeye aramî û ewlehî hebe.”
Got jî: “Sûriye çiqas zûtir xwe ji nû ve birêxistin bike, ji bo Tirkiyeyê baştir e û hikûmeta Tirkiyeyê dikare biryara vegera bi dilxwazî ya penaberên Sûrî bo welatê xwe bide.
Herwiha got, hikûmeta Tirkiyê dê alîkariya her penaberekî bike ku bixwaze vegere Sûriyeyê, lê ti kesî bi zorê venagerîne.
Erdogan got: “Em ê hemû hêsankariyan ji bo kesên ku dixwazin vegerin dabîn bikin û rê bidin wan ku ji bo demeke diyarkirî çûnûhatinê bikin. Ji ber ku bi hatina demsala havînê û betlaneya dibistanan re, pêla vegerê dê zêde bibe û deriyên sînor jî qelebalix bibin.”