Daxwaza avakirina yekîtiya neteweyî ji aliyên Rojavayê Kurdistanê tê kirin
Diyarbekir (K24) – Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê bi civîneke çapemeniyê bang li rêxistinên Rojavayê Kurdistanê kirin û amaje kirin, da ku kurd bikaribin destkeftiyên xwe yên Rojavayê Kurdistanê biparêzin divê yekîtiyeke neteweyî ava bikin û divê hemû kurd jî piştgiriya avakirina yekîtiya neteweyî bikin.
Li Diyarbekirê ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk, Partiya Komunîsta Kurdistan, Partiya Însan û Azadî , Partiya Azadî, Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd, Komeleya Şêx Seîd û Platforma Jinên Kurd ve derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de civînek çapemeniyê hat li darxistin û bang hate kirin ku divê li Rojavayê Kurdistanê hemu hêz û tevgerên kurd werin cem hev û li dor nirxên neteweyî yekîtiyeke neteweyî ava bikin.
Rêveberê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd Abdulhay Okumuş ji K24ê re got: “Divê kurdên Rojavayê Kurdistanê berî her tiştî yekîtyek neteweyî ava bikin û muxattabiyetekê divê bi dest bixin û bi hêzên pişt perde re jî bikevin têkiliyê da ku statuyek xurt ava bikin.”
Di civînê da bal hate kêşan ku divê rêz li vîna pêkahteyên Sûriyeyê were girtin, divê rêveberiya nu ne yekparêz be û bang li hêzên navneteweyî jî hate kirin ku vê mijarê de hestiyar bin û her wiha hat amajekirin ku vê pêvajoyê de girîng e ku Kurd jî dîplomasiyeke bibandor bimeşînin
Rêveberê Komeleya Şêx Seîd Azad Zal dibêje: “Kêmasiyek kurdan jî lawazbuna dîplmasiyê ye ku yê îro dost be dibe ku sibê dijmin be, yê dijmin be dibe ku bibe dost. Divê kurd li hemu deren cîhanê dîplomasiyek baş bimeşînin da ku statuyek mayînde li Rojava bi dest bixin.”
Partî û Rêxistinên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku li Rojavayê Kurdistanê rewşek wisa derketiye holê hem metirsî heye ku statu ji dest kurdan biçe, hem derfet heye ku statuyek xurt were avakirin, bo vê yekê jî banga yekîtiye neteweyî tê kirin.