Li dawiya vê heftiyê şandeke Tirkiyeyê serdana Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî yê Tirkiyeyê tekezê li ser pêdivîtiya dabînkirina karebê ji bo Sûriyeyê û di wê derê re ji bo Libnanê jî dike.

Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar îro (În, 27.12.2024) ragehand ku, li dawiya vê heftiyê şandeke wezareta wî serdana Sûriyeyê dike, ji bo ku lêkolînan li ser jêrxaneya enerjiya wî welatî bike.

Li dû gotina Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî yê Tirkiyeyê, ew şand danûstandinan li ser pêşxistina pirojeya hevpar bi desthilatên nû yên Sûriyeyê re dike, yek ji wan jî dabînkirina karebê ye.

Rojnameya Huriyetê jî ji zarê Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî yê Tirkiyeyê nivîsiye, “Ji ber pêşhatên rewşa wê derê, mimkin e ez serokatiya wê şandê bikim.”

Alparslan Bayraktar herwesa got, “Nêzî 60% ya karebê li Sûriyeyê ji petrolê û 38% jî ji gaza xwezayî tê berhemanîn, divê em lêkolînan li ser rewşa niha ya ser erdî bikin û kêmûkasiyan di berhemanîn û parvekirina karebê de destnîşan bikin.” Herwesa got, “Divê em bi lez karebê ji wan deveran re dabîn bikin.”

Navbirî herwesa ragehand, “Aliyê Tirkiyeyê bi hevkariya desthilatdarên nû yên Sûriyeyê niyet heye ku, masterpilana karkirinê ji bo pêşxistina pîşesaziya karebê li Sûriyeyê amade bike.”

Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî yê Tirkiyeyê herwesa got, “Mimkin e behsa dabînkirina kareba Tirkiyeyê ji bo Libnanê jî bi rêya Sûriyeyê bê kirin.”

Sûriye rûbirûyî qeyraneke dijwar a karebê bûye û qutbûna karebê digehe zêdetirî 20 seetan di rojekê de. Piraniya şêniyan pişta xwe bi çavkaniyên din ên karebê germ dikin, wekî enerjiya rojê û jeneratoran.

Alparslan Bayraktar ragehand ku li dû datayên Neteweyên Yekgirtî û Banka Navdewletî, pêdivîtiya avedankirina jêrxaneya Sûriyeyê bi 250-500 milyar heta yek tirilyon dolaran heye.

 
Fly Erbil Advertisment