Mezlûm Ebdî: Em amade ne ewlehiya sinoran bi desthilata nû ya Sûriyeyê bidin

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigehîne, “Em amade ne ewlehiya sinoran bi desthilata nû ya Sûriyeyê bidin.” Herwesa dibêje, “Divê bi lez kar ji bo diyalog û avedankirina Sûriyeyê bê kirin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragehand ku, di roja duyê ya şer û rûbirûbûnên li gel Rijêma Esed de hevahengî bi operasyonên serbazî re hebû, tevî ku çi lihevkirinên pêşwext bi Bereyê Tehrîr Şamê re nebûn ku Ehmed Şera serkirdetiya wê dike. Herwesa got, “HSD amade ye têkelî artêşa Sûriyeyê ya nû bibe, lê piştî lihevkirina li ser awayê wê yê guncayî.”

Mezlûm Ebdî di çavpêkeftineke rojnamevanî de tekez li ser giringiya Sûriyeyê wekî welatekî yekparçe kir, lê diyarkirina awayê sîstema wê ya siyasî ji bo îradeya gelê Sûriyeyê û danûstandinên destûrî hêlaye.

Navbirî haydarî li ser çêbûna karesatekê li Kobanê bi berdewamiya êrîşên Tirkiyeyê re da, zêdebarî wê yekê ku HSDê bi rêya navbeynkaran pêşniyar ji bo Enqereyê kiriye ku deverê ji çekî pakij dike, lê heta niha bersiva wê nedaye.

Mezlûm Ebdî daxwaza diyaloga rasterast û tevgir û bilez dike, pêxemetî çêkirina serdemeke pirî tenahî û aştî û ewlehî ji bo ku Sûriye pêngavekê ji bo dubare avedankirinê biavêje.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amadebûna xwe diyar kir ku, berpirsyarîtiya ewlehiya sinoran bi desthilata nû ya Sûriyeyê li Şamê bidin.

 
Fly Erbil Advertisment