Belemeke koçberan li kanala Ingilîzî li nêzî peravê Fransayê binav bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû nûçeyeke rojnameya The Sunê ya Brîtanyayî, îro (Yekşem, 29.12.2024) belemeke koçberan li kanala Ingilîzî li nêzî peravê Fransayê binav bû. Li dû gotina polîsan û tîmên hawarhatinê, sê swarên wê belemê mirine. Herwesa goman tê kirin ku ji ber aloziya deryayê û sermaya dijwar hejmara miriyan zêdetir bibe.
Li bajarê Sant Gatî yê li ser Deryaya Bakur li Fransayê, tîmên hawarhatinê hemî bizav ji bo vedîtina swarên wê belemê kirin.
Hejmareke zêde ji tîma hawarhatinê, ku ji polîs û agirvemirîner û zêrevanên peravan pêk dihat, ji bo rizgarkirina swarên wê belemê gehiştin bingeha hawarhatinê ya Tom Souville ya Fransayê.
Nûçeyên dawiyê eşkere dikin ku, heta niha 30 swarên wê belemê hatine rizgarkirin û hawarhatinên destpêkî jê re hatine kirin. Her li dû nûçeyan, rewşa saxlemiyê ya zêdetirî 10 swaran ji ber sermayê têk çûye, piştî ku ji aliyê tîmên hawarhatinê ve ji nav ava sar a kanala Ingilîzî hatine derxistin.
Di roja duyê ya Kirîsmisê anku 27ê vê mehê de, zêdetirî bi sedan kesan bizav ji bo derbazbûna ji wê kanalê kiriye. Ew bi belemên biçûk û bi rêya qaçaxçiyên mirovan li beranberî pereyekê zêde bi hêviya gehiştina Brîtanyayê xwe li wê rêya dijwar û xeter didin.
Heta niha nehatiye zanîn ka swarên wê belemê ji çi neteweyekê ne.