Serok Barzanî pîrozbahiya Selahedîn Behaedîn dike

Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn
Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di peywendiyeke tilefonî de pîrozbahiya Selahedîn Behaedîn dike, ji ber lidarxistina kongireya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û dubare hilbijartina wî wekî Sikirtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî êvara îro (Yekşem, 29.12.2024) bi rêya tilefonê peywendî bi Sikirtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mamosta Selahedîn Behaedîn kir, û lidarxistina kongireya Yekgirtûya Îslamî û hilbijartina serkirdetiya nû û dubare hilbijartina wî wekî Sikirtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê lê pîroz kirin.”

Her di wê peywendiya tilefonî de, Serok Barzanî daxwaza serkeftinê jî ji bo Sikirtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kiriye, herwesa tekez li ser hevahengî û tebayîya navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment