Tawanbarekî komkujiya Spaykerê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya ragehandina ewlehiyê ya girêdayî Fermandeya Operasyonên Hevpar ên Îraqê girtina teroristekî Rêkxistina DAIŞê li derveyê Îraqê ragehand, ku li sala 2014ê dest di komkujiya Spaykerê de hebû.

Di ragehandina wê şaneyê de hatiye, li derveyê sinorên Îraqê û bi serperiştî û çavdêriya Fermandeya Operasyonên Hevpar, Dezgeha Hewalgiriya Niştîmanî ya Îraqê piştî çavdêriyeke baş a hewalgiriyê, yek ji bikerên komkujiya serbazgeha Spaykerê girt, bê ku navê wî welatî eşkere bike yê ku ew tawanbarê daxwazkirî lê hatiye girtin.

Herwesa amaje daye, ev girtî bi tawana kuştina welatiyên Îraqê û komkujiya Spaykerê ji aliyê desthilata dadwerî ya Îraqê ve daxwazkirî bû û fermana girtina wî jî hebû.

Rêkxitina DAIŞê piştî dagirkirina Mûsilê li Hezîrana 2014ê, bajarê Tikrîtê li navenda parêzgeha Selahedînê kontirol kir û tenê li serbazgeha Spaykerê hezar û 700 endamên artêşa Îraqê gulebaran kirin.

 
Fly Erbil Advertisment