Naveroka civînê şanda Iraqî û Ehmed Şera aşkere bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Zanyariyên nû derbarê serdana Serokê Îstixbarata Iraqê bo Sûriyeyê û civîna bi Ehmed Şera aşkere bûn. Li gorî çend jêderan, di civînê de, gotûbêj ji bo azadkirina çend çekdarên girtî li Şamê hatin kirin.

Şandeke Iraqî bi serokatiya Serokê Îstixbaratê Hemîd Şetrî roja 26ê vê mehê serdana Şamê kiribû û bi Fermandarê Giştî yê Rêveberiya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şare re civiyabû.

Heta niha naveroka hevdîtinê ji aliyê her du aliyan ve bi zelalî nehatiye aşkerekirin, lê li gor zanyariyên bi dest ketine, mijara sereke ya civînê “komên çekdaran” bûye.

Herwiha mijara ewlehî û parastina sînorên di navbera Iraq û Sûriyeyê de jî hat gotûbêjkirin. Lê jêderekî ji medyaya Iraqî re ragihand, piştî hevdîtinên fermî, herdu aliyan li ser çend girtiyên grûpên çekdar ên Iraqî li Şamê gotûbêj kirin ku rê pêşbînîkirin ew ji aliyê desthilatdarên nû yên Şamê ve bên berdan.

Mijareke din a civînê jî, hebûna termên hejmarek welatiyên Iraqê li Sûriyeyê bû û tekezî li ser hewlên dîtina termên wan hat kirin.

Tê çaverêkirin, Komîteya Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoyê bi destpêkirina rûniştina yasayî re, Hemîd Şetrî vexwîne parlamentoyê, da ku encamên serdana xwe ya Sûriyeyê diyar bike.

Medyaya Iraqê amaje bi wê yekê kir, serdana şanda Iraqî di bin fişara Amerîka de hate kirin, bi armanca ku Iraq xwe bi rewşa nû ya Sûriyeyê re biguncîne. Her di vê derbarê de jî Serokwezîrê Iraqê gortibû: “Em rêzê li biryara gelê Sûriyeyê digirin.” 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment