Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Selahedîn Behaedîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Selahedîn Behaedîn û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 30î Berçile, di pêwendiyeke telefonî de bi boneya dubare hilbijartina Selahedîn Mihemed Behaedîn wek Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û serkeftina kongreya nehemîn Yekgirtûya Îslamî Îslamiya Kurdistanê pîrozbahî kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de da zanîn: “Di pêwendiyê de behsa qonaxa hestiyar a niha jî hat kirin û tekezî li ser karê bi hev re ji bo parastina berjewendiyên neteweyî, hate kirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê spasî û pêzanîna xwe ji bo pêwendî û pîrozbahiyên Serokwezîr nîşan da.”

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment