Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bo Siûdiyê hat vexwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê vexwendname ji hevtayê xwe yê Siûdiyê wergirt ku serdana wî welatî bike.

Ajansa “SANA” ya Sûriyeyê îro 30î Berçile ragihand, Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî Es’ed Şîbanî ji aliyê Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan hatiye vexwendin ku serdana wî bike. 

Ajansa “SANA” da zanîn, Şîbanî vexwandin qebûl kiriye û kêfxweşiya xwe nîşan da ku wek nûnerê welatê xwe serdana Erebistana Siûdiye bike.

Wê ajansê li ser zarê Şîbanî ragihand, armanca wan ew e pêwendiyên xwe bi Erebistana Siûdiye re di warên stratejîk û warên din de bipêş bixin.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdiyê pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Şahnişîniya Erebistana Siûdiye geşedanên bilez ên li Sûriyeyê dişopîne. Şahnişîn kêfxweşiya xwe bi gavên erênî yên ku ji bo ewlekariya gelê Sûriyeyê û parastina sazî û şiyanên dewletê hatine avêtin, nîşan dide.”

 
Fly Erbil Advertisment