Çandiniya Hewlêrê: Îsal me 750 hezar ton berhemên navxweyî şandin parêzgehên Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di van salên dawî de, Rêveberiya Çavdêriya Çandiniyê ya Hewlêrê bi alîkariya cotkarên xwecihî piraniya berhemên xwe hinardeyî bajarên jêr û navendî yên Iraqê kiriye.

Berpirsê Fermangeha Çavdêriya Çandiniyê ya Hewlêrê Hoşyar Celîl îro 31ê Berçile ji K24ê re ragihand, “Di 2 salên borî de me 84 hezar piştgirî pêşkêşî cotkaran kir ta ku berhemên xwe bişînin parêzgehên Iraqê bikin, bi vê yekê jî berhema navxweyî ya hatiye şandin gihîştiye 750 hezar ton.

 Herwiha Hoşyar Celîl da zanîn, hezar ton berhemên navxweyî jî ji bo derveyî Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye hinardekirin.

Diyar kir: “Pêşkêşkirina piştgirî û hêsankariyan ji cotkaran re, bandoreke rasterast li ser hilberîna navxwe kiriye.”

Bazara (Elweya) Hewlêrê 24 demjimêran vekirî ye û berhemên ku tên şandin ev in: Pîvaz, petate, xiyar, bacan, îsot, gindor, şewender, qernebît, çelem, xes û niha jî hinar tên şandin.