Mustafa Ozçelîk: Em hêvîdar in 2025ê bibe sala yekitî û yekrêziya kurdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) radigihîne, “Em hêvî dikin ku sala 2025ê, bibe sala yekitî û yekrêzîya kurdan û azadî, aştî, demokrasî û edaletê bi xwe re bîne”

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk îro 31-12-2024an bi boneya hatina serê sala 2025an peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de tekezî li ser wê yekê kir ku sala 2025ê, li Bakurê Kurdistanê bibe salek geşbûna hişmendîya neteweyî, niştimanî.

Peyama Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk:

Miletê Kurd û kurdistanîyan salek din di binê nîrê dagirkerî, bindestî, zilm û zordarîyê; bi êş, azar û xeman dagirtî li dûv xwe hişt.

Bûyer û pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de, gelek firsendan jî, gelek risk û xeterîyan jî bi hev re di nav xwe de dihewîne.

Di pêvajoyeke weha hesas û hestîyar de, em ji sala 2024ê derbasî sala 2025ê dibin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de kultura fedakarî, dilsozî, hevrêzî, hevxebat û hevkarîyan di nav civata kurd û kurdistanîyan de geştir û berfirehtir bibe.

Hêvî û daxwaza me ew e ku sala 2025ê, li Bakurê Kurdistanê bibe salek geşbûna hişmendîya neteweyî, niştimanî, bibe salek ku hemû alîyên peywendîdar ji bo partîyeke xurt, girseyî, milî, demokrat gava bavêjin; ji bo hevkarî û tifaqeke stratejîk ya netewî û demokratîk ya xurt gava bavêjin; li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd, hevkarîyeke berfireh pêk were û bi vê hevkarîyê hemû alîyên kurdan bibin teref û mixatabên Dewleta Tirkîyeyê. Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, dawî li şer, operasyonên leşkerî û hemû çalakîyên çekdarî bê anîn; rêya xebat û çareserîya sîyasî, demokratîk, sivîl bê vekirin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, li Rojavayê Kurdistanê hemû partîyên kurdan îdareyeke hevbeş ya eskerî, aborî, sîyasî, dîplomasî ava bikin; hemû alîyên kurdan li gel rêvebirîya Şamê, li gel hemû dewletan, bi yek dengî û yek helwestî wek terefê kurdî bibin mixetab. Bi yekgirtineke netewî, rê li ber statuyeke sîyasî ya neteweyî bê vekirin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, bi yekrêzîya hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê hikûmeta nû pêk bê û hikûmeta nû, ji bo yekkirina hêza pêşmerge û hemû dezgeh û beşên îdareya Herêma Kurdistanê, ji bo bicîhanîna madeya 140î, gavên pêwîst bavêje.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, li Rojhilatê Kurdistanê hemû partîyên netewî, û niştimanî yekitî û yekrêzîya xwe ava bikin; ji vê rewş û derfetên hatiye holê sûd bigrin û xwe ji bo bidestxistin û parastina mefên rewa yên netweyî, kulturî û civakî yên mayende amade bikin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de, di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê de, ji bo avakirina tor û mekanîzmayeke ku bikaribe koordînasyon, hemahengî, dîyalog, dan û stendin, lihevxwedîderketin, piştgirî, alîkarî, şêwra navxweyî, bi hev re dîyar kirina fikir û helwestên hevbeş bihûne gav bêne avêtin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê ji bo mirovahîyê bibe sala jîyaneke azad, demokratîk, dadwer û aştîyane.

Hêvî û daxwaza me ew e ku di sala 2025ê de xweşî, tenduristî û bextewarî bibin şirîkê jiyana gelê me.

Bi van hest û bîr û bawerîyên xwe, ez sala nû ya gelê me yê Kurdistanê û hemû mirovahîyê pîroz dikim.