2024 ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî saleke pirî çalakiyên siyasî û diplomasî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di sala 2024ê de gelek hevdîtinên diplomasî bi serok, serokwezîr û şahên welatan re hebûn, bi wê armancê ku Herêma Kurdistanê ji aliyê diplomasî, siyasî û bazirganî ve zêdetir li ber welatan bê vekirin.

2024 ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî saleke pirî çalakiyên siyasî û diplomasî bû. Bi dirêjahiya îsal Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana gelek welatan kir û bi serok, serokwezîr û şahên welatan re hevdîtinên giring kirin, ji bilî pêşwaziya bi dehan şandên serbazî û siyasî yên bilind li Herêma Kurdistanê.

Giringtirîn çalakiyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di sala 2024ê de:

-         Li roja 26ê Şibatê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê kir û bi Antony Blinken, Jake Sullivan, Amos Hochstein û çend berpirsên mezin ên îdareya Biden re civiya.

-         Li roja 23ê Nîsanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir.

-         Li roja 12ê Gulanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya pêşwaziya serkirde û berpirsan de pêşwaziya Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd kir.

-         Li roja 30ê Gulanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û bi gelek berpirsên bilind ên Îraqê re civiyan, wekî Mihemed Şiya Sûdanî, Fayêq Zêdan, Muhsin Mendelawî, Qasim Arecî, Hadî Amirî û Xemîs Xencer.

-         Li roja 14ê Hezîranê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî û şandeke bilind a Îranê kir.

-         Li roja 26ê Hezîranê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Herêma Kurdistanê vekir.

-         Li roja 12ê Îlonê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir û tewerê serekî yê hevdîtina wan bihêzkirina hevahengiyên navbera Tehran û Hewlêrê bû.

-         Li roja 30ê Cotmehê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi danûstandineke taybet li ser rewşa deverê tevlî hevdîtina Mêrî bû.

-         Li 18ê Cotmehê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Mihemed Hesan kir.

-         Li roja 13ê Mijdarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û danûstandin li ser arêşeyên hilawîstî yên navbera Bexda û Hewlêrê kirin.

-         Li roja 23ê Mijdarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî Korbenda MEPSê bû û di hevdîtineke taybet de bal kêşa ser çend mijarên demê yên Îraqê û Rojhilata Navîn.

-         Li roja 24ê Mijdarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu kir.

-         Li roja 10ê Berçileyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Şanişîna Behreynê kir û bi Mîrê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe re civiya. Di wê civînê de, behsa abor û bazirganiyên Herêma Kurdistanê û Behreynê hat kirin.