Di sala 2024ê de zêdetirî 80 hezar Israîliyan ji welatê xwe derkeftine

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Amarê ya Israîlî amajeyê dide, “Hejmareke neqanûnî ya welatiyên Israîlê di sala 2024ê de ji ber şerî ji welatê xwe derkeftiye.” Herwesa dibêje, “Di vê salê de hejmara şêniyên Israîlê bi rêjeya 1.1% zêde bûye.”
Nivîsîngeha Amarê ya Israîlî îro (Sêşem, 31.12.2024) parve kiriye, “Hejmara şêniyên Israîlê di sala 2024ê de bi rêjeya 1.1% zêde bûye, yanî li beranberî sala 2023ê kêm bûye, ku rêje di wê salê de 1.6% bû. Wê çavkaniyê sedema kêmbûnê jî ji bo koçkirina welatiyên Israîlê ji bo derveyê welatê wan vegerand.”
Nivîsîngeha Amarê ya Israîlî amaje jî daye, “82 hezar û 700 Israîlî ji welatê xwe derkeftine, di demekê de ku 23 hezar û 800 kes vegeriyane. Bi vî awayî 58 hezar û 900 Israîlî ji welatê xwe derkeftine, ev jî rêjeyeke bilind e û bi awayekî nerênî tê hesibandin.”
Nivîsîngeha navbirî ron jî kiriye, “Koçberên Israîlî di Cotmeha îsal de hejmara pîvaneyî tomar kiriye, bi awayekî ku tenê di wê mehê de 10 hezar ji wan koç kiriye derve.”
Zanyarên nivîsîngeha navbirî eşkere dikin ku, 181 zarok di sala 2024ê de hatine ser dinyayê, ku rêjeya 76% ya dayikên cihû û necihû bû û rêjeya 24 % jî ya dayikên wan Ereb bûn.