Finlandayê hêzên xwe ji Îraqê vekêşan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Finlandayê tevaya serbazên xwe ji Îraqê vekêşan, herwesa di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Berhingarbûna DAIŞê de erkên xwe bidawî anîn û ragehand ku, dawî serbazê wê li dawiya sala 2024ê vegeriya Finlandayê.
Wezareta Bergiriyê ya Finlandayê herwesa ragehand, “Tevaya wan deverên ku Rêkxistina DAIŞê kontirol kiribûn, ji destên wan hatine derxistin, lê hêşta metirsî ye û divê şerê dijî terorê berdewam be.”
Wezareta Bergiriyê ya Finlandayê herwesa amaje jî da, “Artêşa Finlandayê rolekî bibandor di bihêzkirin û pêşxistina şiyanên hêzên Îraqê de hebû.”
Her wê çavkaniyê ron jî kir, “Tevî tenabûna rewşa Îraqê li sala 2019ê, hêzên wan ku 70 serbaz bûn tenê erkê şêwirmendiyê hebû û meşq û rahênan bi artêşa Îraqê kirine, li dawiyê jî li roja 29.12.2024ê vegeriya Finlandayê.”