Sûriye.. Guhertina hin dersên perwerdeyê bû sedema karvedanan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hin guhartin di minhaca perwerdeyê de kirin, ev yek jî rastî karvedanên nerazîbûnê hatin.

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) û rûpela Facebookê ya Wezareta Perwerdeyê hejmarek guhertinan belav kirin, tê de çend dersên ji pola yekem û heta pola sêyem a navîn guhartin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de got: "Guhertina dersan di polên yek heta sê ya navîn ji aliyê desthilatên Sûriyeyê yên nû ve, binpêkirina mafên pêkhateyan e.”

Van guhertinên, karvedan û gengeşeyek li ser medyaya civakî çêkir, piştî ku tê de dîroka Aramî û Kenanî û dîroka xwedayên kevnar hatine jêbirin û herwiha Zenobia jî wekî karakterek xeyalî binav kir.

Di pirtûkên dîrok û felsefeyê de, paragrafên ku bi xwedayên kevnar û sembolên ne-olî re mijûl dibûn hatin rakirin û gotina “dagirkeriya Osmanî” bi “desthilatdariya Osmanî” hat guhartin.

Wezaretê biryar da ku gelek wêneyan jê bibe, di nav wan de: Cadûbaz, alaya kevn, pereyên Sûrî, xwedawenda Furyona, kevoka sembola xwedayan, Dêra Pîroz, Peykerê Serbazê Winda û wêneyê xwedêwend Mardûk. Herwiha wêneyên Hafiz Esed û Beşar Esed.

Bikarhênerên medyaya civakî dibêjin, ev guhertina bernameyan ne ji mafê hukûmeteke demkî ye, bi taybet ku hin guhertin berûvajî zanist û rastiyên dîrokî ne.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment