Hevpeymaniya Navdewletî baregeheke nû li Kobanê ava dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hêz, kelûpelên leşkerî û odeyên amadekirî birin bajarê Kobanê û baregeheke xwe li wî bajarî ava dike.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, hêzên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî duhî 1ê Çile karwanek ku ji hêzkirina lojîstîkî ku tê de odeyên amadekirî, kamerayên çavdêriyê, makîneyên kolandina xendeqan, blokên çîmentoyê û tankerên sotemeniyê pêk dihat, bibin Kobanê.

Li gorî zanyariyên xqwecihî, karê bicihkirina wan odeyan û avakirina baregeheke nû li Kobanê ji îro ve dest pê dike û piştî wê yekê jî dê hêzên piştevaniyê yên leşkerî ji leşker, çek, wesayitên zirxî, radar, çekên li dijî firokeyan û çekên din bigihin Kobanê.

Roja 24ê meha borî, hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî gihîşt Kobanê û gereke çavdêriyê kiribû, wê hêzê jî avahiyeke demkî ava kirin, da ku çavdêriya danûstandin û navbeynkariya di navbera hêzên Tirkiyeyê û HSDê de bikin, ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê.

Ji aliyekî din ve, berî du rojan 3 firokeyên ku leşker, çek û alavên leşkerî hilgirtibûn, li baregeha Amerîkî ya li bajarokê Şedadî yê li Hesekê daketibûn.

Ji meha borî ve, Hevpeymaniya Navdewletî leşker û hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde dike, li gorî zanyariyên Rewangehê, di meha borî ve Amarîka û Hevpeymaniya Navdewletî 233 wesayît û 14 firokeyên barhilgir gihandin Rojavayê Kurdistanê. 

 

 
 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment