Rewşenbîrên Kurd daxwaza sîstemeke “nenavendî, yan federalî” bo Sûriyeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr, akademesyen û kesayetiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê di nameyekê bo Ehmed Şera de, daxwaza mafên neteweyî yên gelê Kurd di sîstemeke nenavendiya siyasî, yan federalî de dikin.
Hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr, akademesyen û kesayetiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê nameyek ji Fermandarê Operasyonên Leşkerî li Şamê Ehmed Şera re birê kirin, tê de hat: “Berî rûxandina rejîma Esed, dema ku Kurdên Sûriyê behsa maf û daxwazên xwe dikirin, bersiva ji opozisyonê dihat ev bû: Niha ne dema wê ye, piştî rûxandina rejîmê, dikarin behsa wê bikin. Niha ku şertê paşxistinê ji holê rabûye, em di wê baweriyê de ne ku dema karê niştimanî ya cidî û rast hatiye.”
Rewşenbîrên Kurd dibêjin: “Çareserkirina pirsa Kurdî, pêwîstiyeke mirovî, exlaqî, niştimanperwerî û demokratîk e, ji bo vegerandina rêzgirtina li welatekî birîndar û civakek cihêreng û ji bo miletekî ku li ser axa xwe dijî, lê bêpar ji mafên xwe yên herî bingehîn, rewa û xwerû bêpar e.”
Di beşeke din a nameyê de hatiye, “Me kesên ku li jêrê nameyê îmze kirine, tekez dikin ku: Kurd miletekî kevnar e ku hebûna wî li herêmên xwe yên xwezayî bi hezaran salan e. Ew erdnîgariya ku bi navê Kurdistanê tê naskirin, ku zêdetirî sed sal berê (wek tevahiya herêmê) li gorî berjewendiyên navdewletî yên kolonyalîst ên wê demê hatibû dabeşkirin. Di ti qonaxeke dîrokî de meyla Kurdan a serdestiyê nebû, lê belê pirsgirêkên wan her tim bi parastina nasname, hebûn û azadiya xwe ve sînordar bûn.”
Di nameyê de hat gotin jî: “Kurd ji destpêka avabûna dewleta Sûriyeyê û heta niha, bi birayên xwe yên Suryanî, Ereb, Asûrî û yên din re li dijî dagirkerî û dîktatoriyê di rêza herî pêş de bûn û beşdarî avakirina dewleta niştimanî bûn.”
Herwiha nivîskar, rewşenbîr, akademesyen got: “Êş û azara kurdan piştî hatina Partiya Beisê li ser desthilatdariyê zêdetir bû û heta rûxandina rêjîmê berdewam kir, ji ber ku gotara neteweperestî bû amûrek ji bo perawîzxistin, tepeserkirin û bêparkirina wan ji mafên wan ên neteweyî û niştimanî. Rejîma rûxandî ne tenê Kurd ji jiyana siyasî dûr xistin, belkû polîtîkayên şovenîst ên sîstematîk li dijî wan pêk anîn.”
Di nameyê de hat jî: “Di van salên dawî de, Kurd li herêmên Efrîn, Kobanî û Serê kaniyê rastî zulmeke mezin hatin, ji koçberkirin, desteserkirina milkên taybet û tiştên din. Niha jî ew li bendê ne ku rêveberiya nû ya welat, wan di demeke herî kurt de rûmeta wan vegerîne, wan vegerîne ser mal û malkên wan û neheqiyên ku di her astekê de li ser wan hatine kirin, rake.”
Herwiha di nameyê de hat: “Di demekê de ku em bi hemû gelê Sûriyeyê re kêfxweşiya xwe ya mezin ji bo rûxandina rejîma kujer a ku Sûriye weke dewlet wêran kir û piraniya gelê wê li hundir û derve belav kir, diyar dikin, em li hêviya avakirina Sûriyeyeke nû ne, dewleteke demokratîk a sivîl, dewleteke dadmendî û yasayî ku tê de her kes wekhev be, li gorî destûreke nûjen ku daxwazên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, yên netewî û olî, bi cih bîne.”
Nivîskar û rewşênbîrên Kurd dibêjin: “Armanca van rêzan ne vegotina neheqiyên ku hatine serê Kurdên Sûriyeyê di dîroka wan ya nûjen de ye, belkû di vê kêliya diyarker a dîroka Sûriyeyê de, daxwaza hizirkirina li ser paşerojeke dadperwertir ji bo welatê me, pêşerojek ku Kurd tê de hevpareke rasteqîne be di avakirina welat de.”
“Di vê çarçoveyê de û bi vî ruhê Sûrî, em daxwaza mafên netewî yên gelê Kurd di sîstemeke nenavendiya siyasî, yan federalî di çarçoveya dewleta Sûriyeyê ya yekgirtî de dikin, ji bo parastina yekgirtîbûna siyasî û erdnîgarî ya welat.”