Hevpeymaniya Navdewletî karwanekî lojistî dibe Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bingeheke serbazî ya nû li Kobanê dadimezrîne û karwanekî lojistî dibe Kobanê, ku ji qalibên konkirîtî yên amadekirî, kamerayên çavdêriyê, amûrên kolana xendekan û tankerên sotemeniyê pêk tên.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê duhî (Çarşem, 01.01.2025) karwanekî lojistî bir Kobanê, ku ji qalibên konkirîtî yên amadekirî, kamerayên çavdêriyê, amûrên kolana xendekan û tankerên sotemeniyê pêk dihatin.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amaje jî da, “Hêzên Hevpeymanan îro (Pêncşem, 02.01.2025) dest bi damezrandina bingeheke serbazî ya nû li Kobanê kir. Piştî temambûna wê bingehê jî, hêza serbazî, çek, zirîpoş, radar, çekê dijî balafiran û gelek keresteyên din ên serbazî tînin wî bajarî.”
Berî çend rojan sê balafiran, ku serbaz û çek û keresteyên serbazî hil girtibûn, li bingeha Amerîkayî li bajarkê Şadadiyê yê girêdayî Hesekeyê dada. Ji meha borî ve Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê serbaz û hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde dike.
Li dû zanyarên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, di dema borî de Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê 233 timbêl û barê 14 balafirên barhilgir, keresteyên serbazî dane destê HSDê.