Hakan Fîdan: Em piştgiriya pêkhateyên Sûriyeyê dikin û wan diparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekezê dike ku, Enqere piştgiriya pêkhateyên Sûriyeyê dike û wan diparêze. Herwesa dibêje, “Helwesta Tirkiyeyê li beranberî çekdarên DAIŞê li zindanên Sûriyeyê ron e.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Pêncşem, 02.01.2025) ragehand, “Divê endamên DAIŞê ku di zindanên Sûriyeyê de ne ji bo welatên wan bên vegerandin.”
Hakan Fîdan amaje jî da, “Helwesta Tirkiyeyê li beranberî endamên girtî yên DAIŞê li zindan û kempên Sûriyeyê ron û eşkere ye.”
Navbirî tekez jî kir, “Enqere piştgiriya pêkhateyên Sûriyeyê dike û parastina wan wekî erkê xwe dibîne.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwesa pêdivî dibîne ku, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê serperiştiya wan zindan û kempan bike yên ku endamên DAIŞê tê de ne.