Tirkiye: Em êrîşên xwe yên li ser hêzên Kurdî yên Sûriyeyê berdewam dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê tekezê dike ku, êrîşên xwe yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dikin.
Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê Adem Zekî Akturk îro (Pêncşem, 02.01.2025) got, “Em dê li ser nehêlana hêzên Kurdî yên Sûriyeyê berdewam bin, wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li Sûriyeyê tayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne, ev jî pêxemetî nehêlana gefan û zêdetir seqamgiriya sinorên Tirkiyeyê ye.”
Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê herwesa ragehand, “Em bi desthilata nû ya Sûriyeyê re ji nêz ve çavdêriya pêşhatên nû yên wî welatî dikin.”
Serokê Desteya Tehrîr Şamê û Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera li roja Duşemê, 30.12.2024, bi şandeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya, ku wekî civîna yekê ya navbera wan tê hesibandin.
Li dû gotina hin çavkaniyan, di wê civînê de danûstandin li ser amadekariyan ji bo diyaloga paşerojê ya Sûriyeyê hatine kirin û hevfêmkirineke baş hebû.
Pêştir jî Serokê Desteya Tehrîr Şamê û Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê ragehandibû, “Hêzên Kurdî dibin pareke hêza Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê.”