Komeke çekdar daxwaz dike Amerîka li Sûriyeyê bimîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Sûriyaya Azad ku Amerîka piştevaniya wê dike, daxwaz dike ku Amerîkayê li Sûriyeyê bimîne, ji ber metirsiya vegera DAIŞê bo navçeyê.
Li gorî rojnameya “Newsweek” a Amerîkî, Fermandarê Artêşa Sûriyaya Azad Selîm Enterî hêvî dike ku hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin.
Ev yek piştî wê tê, Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump gumanên xwe derbarê berdewambûna şandina 2000 leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê anîbû ziman.
Leşkerên Amerîkî ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeya Azad a li bajarê Tinifê yê başûrê Sûriyeyê ku tevgerên DAIŞê lê zêde bûne, hatine bicihkirin.
Selîm Enterî got: “Piştgiriya hêzên Amerîkî ji Artêşa Sûriyeya Azad re, ji bo lawazkirina DAIŞê û aramiya navçeyê gelekî girîng e.”
Artêşa Sûriyeya Azad a di sala 2015an de hat damezrandin, û ew aliyekî cuda ye ji Artêşa Azad a Sûriyeyê ku di sala 2011an de hatibû damezrandin.