Li Tirkiyeyê di sala 2024an de kuştina jinan rekor tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê kuştina jinan sal bi sal zêdetir dibe û tenê sala borî 394 jin hatine kuştin ku ev hejmar li gor salên berê rekor e. Saziyên sivîl ên jinan di wê baweriyê de ne ku, heta ku Tirkiye venegere Paymana Stenbolê û yasaya jimare 6284 cîbecî neke kuştina jinan dê her sal zêdetir bibe. 

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de kuştina jinan rekor tomar kiriye. Platforma “Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin” amarên sala borî yên di derheqê kuştina jinan de eşkere kirin. Li gor amaran par 394 jin hatin kuştin ku 259 ji wan mirinên bigûman in.

Sekretera Giştî ya Platformê Fîdan Ataselîm diyar dike ku, ji sala 2010ê heta niha çi salê ev qas jin nehatibûn kuştin û li gor wê sedema bingehîn a vê encamê vekişîna hikûmeta Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê û bicihnekirina yasaya jimare 6284 e. 

Fîdan Ataselîm ji K24ê re got: “Sûdfe niye ku em herî zêde îsal hatibin kuştin. Ji ber ku me pêşbinî kiribû ku, siyasetên malbatperest dê kuştina jinan zêde bike. Ji ber ku jin herî zêde ji aliyê mêrên ku herî nêzikê wan in ve û herî zêde jî li mal tên kuştin. Heke hûn berî mafên jinan girîngî bi yekparebûna malbatê bidin, ne jina wê malê dimîne, ne malbat dimîne, ne jî zarok dimînin. Divê hikûmet dest ji vê siyaseta xwe berde, divê yasaya jimare 6284 were bicihkirin û Peymana Stenbolê vegerîne.”

Narîn Gûran, Rojîn Kabaîş û Gûlîstan Doku ew keç û jinên Kurdan in ku kuştina wan heta niha bi temamî nehatiye zelalkirin. Li gor yek ji Nûnera Federasyona Femînîstên Ciwan, jinên li Kurdistanê hem ji ber nasanemeya xwe ya jinbûnê hem jî ji ber Kurdbûnê rûbirûyê tûndiyeka piralî dibin. 

Nûnera Federasyona Femînîstên Ciwan Guneş Fadîme Akşahîn dibêje: “Bêgûman zelalnekirina kuştina van her sê keç û jinên Kurd pêwendiya xwe bi Kurdbûna wan û welatê wan ve heye. Ji ber ku jinên Kurdan hem ji ber nasnameya jinbûnê, hem jî ji ber Kurdbûnê rûbirûyê xedran dibin. Ji ber ku em dizanin dewlet li dijî Kurdan siyaseteka taybet bi rê ve dibe. Bêgûman li bajarên Tirkiyeyê jî dewlet li dijî jinan dilovan nîne lê li bajarên Kurdan zora dewletê ya li ser jinên Kurd zêdetir e.”

Kuştina jinan wekî piraniya welatên Rojhilata Navîn li Tirkiyeyê jî yek ji wan pirsên civakî ye ku nehatiye çareserkirin û her sal zêdetir dibe. Lê Civatên Jinan rijd in ku digel hemû bêxemiyên hikûmî û kêmasiyên yasayî kuştina jinan rawestîne. Ji bo vê yekê jî dê çalakiyên wan li hemû qadên jiyanê berdewam bibe.