Keçikeke din a Êzidî li Sûriyeyê hat rizgarkirin

Piştî nemana Esed, pêşbîniya rizgarbûna hejmareke din a Kurdên Êzidî tê kirin

Silvane Xidir
Silvane Xidir

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rizgarbûyîyên Êzidî yên bin Destê DAIŞê dibêje, “Piştî nemana Rijêma Esed û guhertinên siyasî yên wî welatî, ez pêşbînî dikim ku hejmareke din a Kurdên Êzidî bê rizgarkirin û vegerin nav kes û karên xwe.”

Berpirsê Rizgarbûyîyên Êzidî yên bin Destê DAIŞê Hisên Qaîdî îro (Yekşem, 05.01.2025) taybet ji Malpera K24ê re ragehand ku, ew pêşbîniya rizgarbûn û vegeriyana hejmareke din a Kurdên Êzidî li Sûriyeyê dikin, xasma piştî azadbûna hejmareke zêde ya zindaniyan ji zindanên Sûriyeyê.

Hisên Qaîdî amaje jî da ku, bizavên wan ji bo vedîtina tevaya windabûyîyên Êzidî berdewam in.

Piştî nemana Rijêma Esed, keçikeke din a Êzidî bi navê Silvane Xidir ku 29 salî ye hat rizgarkirin û vegeriya nav nav kesûkarên xwe.

Miloka Xidir, ku xûşka mezin a Silvaneyê ye, di vî warî de ji Malpera K24ê re got, “Ji dema dagirkirina Şingalê ji aliyê Rêkxistina DAIŞê ve li roja 15.08.2014ê, 12 endamên malbata min li gundê Koço hatin revandin û niha jî tenê dayika min û birayekê min winda ne.”

Xûşka Silvaneyê herwesa got, “Niha saxlemiya Silvaneyê ji aliyê derûnî ve baş nîne û behsa wê yekê jî nekiriye ka çawa li Idlibê rizgar bûye û vegeriyaye Herêma Kurdistanê.”

Li dû amara Berpirsê Rizgarbûyîyên Êzidî yên bin Destê DAIŞê, ji şeş hezar û 417 welatiyên revandî yên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve, heta niha sê hezar û 584 kes hatine azadkirin.

 
Fly Erbil Advertisment