Erdogan: Serdema çêkirina kantonan bi temamî bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan radigehîne, “Ji bilî danana çekan, PKKê çi hilbijartinên din nînin.” Herwesa dibêje, “Serdema çêkirina kantonan bi temamî bidawî hat.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Yekşem, 05.01.2025) di çarçoveya tevlîbûna di kongireya partiya xwe de li parêzgeha Tirabzonê ragehand ku, siyaseteke gelek hûr peyrew dikin û teror gehiştiye qonaxa dawiyê.
Di derheqa PKKê de jî, ku niha bizav bi rêberê zindankirî yê wê partiyê Ebdila Ocalan re ji bo aştiyê û gehiştina Kurdan bi mafên wan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine zêdekirin, ku li beranberî wê yekê jî PKK çekan dane, Serokkomarê Tirkiyeyê got, “Ji bilî xwe-hilweşandinê, PKKê çi hilbijartinên din nînin.” Herwesa got, “Serdema çêkirina kantonan bi temamî bidawî hatiye, em rêyê jî nadin ku dîwarek di navbera Tirk û Kurdan de bê danan.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) li roja 29.12.2024ê di ragehandinekê de encamê civîna xwe ya roja 28.12.2024ê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê yê zindankirî Ebdila Ocalan re parve kir.
Ocalan li ser daxuyaniya hejmareke berpirsên Tirkiyeyê ji bo pirsa Kurd ragehand, “Min şiyan û îrade hene, ji bo tevlîbûna erênî ya pêdivî di gaziya Erdogan û Bahçeli ji bo danûstandinan de.” Ron jî kir, “Serdem serdema aştî û demokrasî û biratiyê ye, ji bo Tirkiyeyê û deverê.”
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli jî peyamek li ser hevdîtina Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê yê zindankirî Ebdila Ocalan û şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) li girava Îmraliyê parve kir.
Bahçeli serdana şanda Dem Partiyê ji bo girava Îmraliyê wekî “despêkeke bixêr ji bo demokrasî û biratiya Tirk û Kurdan û mukomkirina wê peywendiyê” binav kir.
Bahçeli herwesa got, “Niha dema wê yekê ye ku gotin bibin kiryar, encamên wê jî bên ragehandin.” Amaje jî da, “Nabe çi pêngav ji sîbera terorê bimînin, lewma rûbirûbûna terorê mijara herî pêşî ya peydakirina yekdengiya civak û biratiyê ye.”