40 hezar penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara wan penaberên Sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê dijiyan û vegeriyane welatê xwe zêdetir bûye. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê dibêje, “Bi daxistina deriyên dibistanan û bêhnvedana fermî re, vegeriyana penaberan zêdetir dibe.”

2.9 milyon penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê hene û piştî hêsankirina rêkarên vegeriyanê, niha ew bileztir vedigerin. Li dû amarên fermî, 40 hezar penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê vegeriyane Sûriyeyê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya got, “Hizreta bi dehan salan a xelkê Sûriyeyê bidawî hat. Vegeriyana xwebexş a penaberan zêdetir bûye, em jî ji nêz ve çavdêriya rûdanên Sûriyeya cîrana xwe dikin û hemî rêkarên pêdivî didin ber xwe, ji bo ku birayên me yên Sûriyeyî bi awayekî xwebexş û şerefmendane vegerin welatê xwe.”

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bulat jî amaje da, “Li dû gotina Wezîrê Navxwe, nêzî 40 hezar penaberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe. Penaber dixwazin bizanin ka rewşa mal û halên wan li Sûriyeyê çawa ye û çi lê hatiye. Di heftî û mehên bê de, bê goman vegeriyan bileztir dibe.”

Omer Bulat  herwesa got, “Em wekî Wezareta Bazirganiyê bi rêya giştandinekê hêsankariyê ji bo penaberên Sûriyeyî dikin, ji bo ku bi rêkarên hêsan bikarin kelûpel, pere û timbêlên xwe bibin Sûriyeyê.”

Tirkiye û Sûriye xwediyên sinoreke 910 kîlometrî ne, heşt deriyên sinorî jî di navbera wan de hene. Tirkiye rêyê dide ku serokên malbatên Sûriyeyî sê caran hatinûçûnê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bikin û li dawiyê jî vegerin welatê xwe. Ev destûrî ji roja 01.01.2025ê heta 01.07.2025ê berdewam dibe.