Amerîka tekeziyê li ser beşdarbûna hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka li Sûriyeyê tekeziyê li ser beşdarbûna hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de dike.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyeyê îro 6ê Çile li hejmara xwe ya tora civakî “X” daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, berpirsên Amerîkî li Şamê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed Şîbanî re civiyan û hejmareke pirs gotûbêj kirin.

Balyozxaneyê da zanîn jî, berpirsên Amerîkî girîngiya beşdarbûna hemû Sûriyan kir û tekez kir jî ku pirengî û piralî dibe sedema hêza wî welatî.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyeyê herwiha diyar kir, berpirsan tekezî li ser hevkariya Sûriyeyê bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî re kir.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyeyê di tweeteke din de jî diyar kir, berpirsên Amerîkî li Şamê bi hejmarek çalakvan û rojnamevanên Sûrî yên ji seranserî wî welatî re hevdîtin pêk anîn, da ku nêrîna wan ji bo paşeroja Sûriyeyê bibihîsin û ka Amerîka çawa dikare piştgiriya hewildanên wan bike, ji bo ew bi bibe dewletek berfireh, nûnertî, aştiyane û aram ji hemû Sûriyan re.

 
Fly Erbil Advertisment