Li Amêdiyê Pêşmergeyek di encama teqînekê de şehîd bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Amêdîyê di encama teqîna mînekê de, Pêşmergeyekî lîwaya 4 a ser bi Wezareta Pêşmerge ve şehîd bû.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, Pêşmergeyek îro 06.12.2025an di encama teqîna mînekê de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Li gundê Kanî Maseî yê navçeya Amêdiyê Pêşmergeyê Fewca 1 a Lîwaya 4 a Piyade Mihemed Ehmed Mistefa di encama teqîna mayînekê de şehîd bû.