Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Enqereyê dike û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.

Malpera fermî ya Serokkomariya Tirkiyeyê belav kir, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 7ê Çile li Enqereyê pêşwaziyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike.

Ajansa fermî ya Tirkiyeyê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro demjimêr 12:00 li Enqereyê bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan re dicive. Piştre li Koşka Serokomariyê ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan pêşwazî lê tê kirin.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtinan de, pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, pêşhatên li Sûriyeyê û paşeroja wî welatî û qonaxa nû ya aştiyê û çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê werin gotûbêjkirin.