Şandên PDK û YNKê li Hewlêrê dicivin

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê ragihand, îro 7ê Çile şanda teknîkî ya PDK û YNKê li Hewlêrê dicivin. 

Şanda teknîkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li Hewlêrê ji bo danîna bernameya hevbeş a pêkanîna kabîneya nû dicivin.

Li gor zanyariyên K24ê, şanda teknîkî ya PDKê dê bi serokatiya endamê Polîtburoyê Piştîwan Sadiq û şanda teknîkî ya YNKê jî bi serokatiya endama Polîtburoyê Rêwas Fayeq dibe.

Hat zanîn, civîn bi mebesta amadekirina bernameyeke hevbeş ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ya 18ê Mijdarê, şandên PDK û YNKê du caran ji bo pêkanîna Kabîneya Dehemîn civiyabûn, ev jî civîna sêyem e.

Di hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de ku di 20-10-2024an de hat lidarxistin, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bidest xistin.